Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji ber Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) biryar girt ku zerf û pisûlayên hilbijartinê yên bê mor jî wê bên qebûlkirin û aşkerekirina Ajansa Anadoluyê ya encamên nefermî yên referandûmê xwepêşander di 5an de çalakiyên xwe berdewam kirin.
Ligel navçeyên Stenbolê Beşiktaş û Kadikoyê li İzmir, Zonguldak, Denizli, Eskişehir û gelek bajarên din ji bo betalkirina referandûmê çalakî hatin lidarxistin.
Stenbol
Fotograf: sendika.org
Li Kadikoy, Beşiktaş, Avcilar, Kocamustafapaşa û Beykozê meşek bi pankartên “Bila referandûm bê îptalkirin”, “Na, em biser ketin” û “Ev hilbijartin ne rewa ye” lidar xistin.
İzmir
Fotograf: sendika.org
Li İzmirê li gelek navçeyan çalakî birêve çûn.
Eskişehir
Fotograf: sendika.org
Li Eskişehirê doktor Hulya Şen a ji bo protestokirina biryara YSKê ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve dimeşe hat pêşwazî kirin û daxuyaniya çapemeniyê hat dayin.
Denizli
Fotograf: Ramazan Çetin / DHA
Li Parka Candganê bi pankartên “YSK dê hesab bide gel” û “Bila gundê Şirînokan Gargamel birêve bibe?” çalakî hat lidarxistin.
Zonguldak
Fotograf: Durmuş Sevindik / DHA
Endamên Platforma Demokrasiyê ya Zonguldakê li ber Abideya Berbesvaniyê li hev kom bûn û bi pankartên “Em biser ketin, Zonguldak xwedî li Na’ya xwe derdikev” biryara YSKê protesto kirin.
New York
Fotograf: DHA
Xwepêşander ji bo çalakiyê li Qada Unionê kom bûn û kaxizên ku nivîsên weke “Na neqediya, nû destpê dike”, “Dengên zêdetirî 2 milyon û nîvan hat manipulekirin” hatin bilindkirin. (BK/FD)