Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji ber Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) biryar girt ku zerf û pisûlayên hilbijartinê yên bêmor jî wê bên qebûlkirin û aşkerekirina Ajansa Anadoluyê ya encamên nefermî yên referandûmê li gelek bajaran xwepêşandan duh, di roja çaremîn de jî berdewam kirin.
Ligel Stenbol, Bursa, Mersin, Antalya û Eskişehirê, li bajarê Koln a Almanyayê jî çalakî hebûn.
Di çalakiyan de herwiha biryara YSKê jî hat protesto kirin ku serlêdana partiyan a betalkirina referandûmê qebûl nekiribû.
Stenbol
Bakirkoy
Fotoğraf: Süleyman Kaya / DHA
Li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê girseya ku kom bû bi pankartên “Na em bi serketin” meşiyan û li sinîkan xistin.
Kadiköy
Fotograf: Akın Çeliktaş / DHA
Meşa li Kadikoyê dîsa ji ber Operaya Sureyayê destê kir. Di dema meşê de sloganên ‘Na em qebûl nakin’, ‘Na neqediya têkoşîn berdewam dike’ hatin avêtin û heta lijneya hilbijartina navçeyê ya li Fenerbahçeyî meşiyan.
Beşiktaş
Meş li Kolana Kartalê destpê kir û di dema meşê de niştecihên taxê ji malên xwe bi li sinîkan dan û piştgiriya meşê kirin.
Avcilar
Kesên ku li Kolana Marmarayê kom bûn bi pankarta ‘Na, ne qediya hîna nû destpê dike’ re meşiyan.
Bursa
Fotograf: Edip Tekin / DHA
Walîtiyê destûr neda kesên ku ji Setbaşiyê heta Peyker bimeşin. Li Setbaşiyê li ser navê girseyê sekreterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê rêxistina bajarê Bûrsayê Muharrem Or axivî û bertek nîşanî biryara YSKê ya zerfên bêmor da.
Mersin
Fotograf: İbrahim Mase / DHA
Li navenda Akdeniz a Mersinê polîsan li ser girseya ku xwest beşdarî çalakiya li Parka Zarokan a Ozgurê bibin geriyan. 200 kesên ku li qadê kom bûn sloganên ‘Li hemberî faşîzmê mil bi mil’ berz kirin.
Antalya
Fotograf: Hasan Demirbaş / DHA
Di protestoya li ber Peykerê Attalosê de pankarta “Na neqediya, na biser ket, YSKê dizî” vekirin.
Koln
Fotoğraf: DHA
Yekîtiya Eyaleta Ren Vetfalyeya Bakur (NRW) a Partiya Gel a Komarî (CHP) li ber Katedrala Koln a Dîrokî kom bû û kaxizên bi nivîsên “’Na” û “Serî le hemberî Destûra Bingehîna Bêmor Netewîne” bilind kir. (BK/FD)