Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dema Rewşa Awarte ji 21ê Tîrmeha 2016ê ve bû cara 3. ku hat dirêjkirin.
Biryar îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gor biryarê ji 19ê Nîsana 2017ê, siet 01.00ê pê ve dema Rewşa Awarte sê mehan hatiye dirêjkirin.
Dîwana Wezîran di 17ê Nîsanê de biryara dirêjkirina dema Rewşa Awarte dabû. Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê jî ew biryar di 18ê Nîsanê de erê kir.
Rewşa Awarte û Qanûna Bingehîn
Di beşa sêyem a Qanûna Bingehîn de, di maddeya 119ê de tê eşkerekirin ku “di dema felaket û tevliheviya ekonomîk de” tê îlankirin.
Her dîsa “eşkerebûna nîşanên tûndkariya ku dikare belav bibe û bi vm yekê heke rêkûpêkiya civakê têk biçe” Rewşa Awarte tê eşkerekirin.
Îlankirina Rewşa Awarte
Piştî Hewildana Derbekirinê ya 15ê Tîrmehê, di 21ê Tîrmehê de parlamentoyê li Tirkiyeyê Rewşa Awarte îlan kir.
Di 19ê Çiriya pêşiyê de dema rewşa awarte temam bû û Lijneya Ewlehiya Neteweyî dem sê mehan dirêj kir.
Dema Rewşa Awarte dê di 19ê Kanûna Paşiyê de temam bibûya lê lijneyê di 4ê Kanûna Paşiyê de biryar da ku sê meh dî dema Rewşa Awarte dirêj bike.
Dema paşiyê ya rewşê dê di 19ê Nîsanê de temam bibe.(BK/MB)