Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Vê sibeyê polîsan bi ser malên wan kesên kampanyaya NAyê birêvebirîn de girtin û ew desteser kirin.
Polîsan Abdurrahman Atalayê ku li navçeya Beyoglûyê ya Stenbolê kampanyaya NAyê bi rê ve dibir desteser kir.
Denîz Ozenê parêzer ji bianetê re got ku gelek kes hatine desteserkirin lê bi fermî nehatiye eşkerekirin ka ji ber çi hatine desteserkirin.
Mesut Geçgelê ku yek ji birêvebirên ODP(Partiya Azadî û Hevgiriyê) jî hatiye desteserkirin. Wî li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsî:
"Ji ber ku min dengê "erê" yê "meşrû" protesto kiribû ez têm desteserkirin. Dizên hespan nasekinin. Welatê me ye. Me qezenc kir."
"meşru" olan "evet" oylarını protesto ettiğim gerekçesiyle gözaltına alınıyorum. at hırsızları boş durmuyor.
— Mesut Geçgel (@mesutgecgel) April 19, 2017
memleket bizim. biz kazandık!
Kolektîfa Xwendekaran bi nûçeyekê da zanîn ku ji ber “propagandaya nemeşrûbûna ERÊyê gelek xwendekar hatine desteserkirin.(NV/MB)