Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Yek ji endamên desteya çavdêriyê ya Konseya Ewropayê, Alev Koruna ku çavdêrî li dengdana ji bo referandûmê kiribû daxuyand: Dibe ku 2,5 milyon deng hatibin manîpûlekirin.
Li gor nûçeya BBC Turkçeyê Korun ji radyoya ORFyê ya Awistûralyayê re axiviye. Wê eşkere kiriye ku taybetî li bajarên hejmara kurdan lê zêde ne, zordarî hatiye kirin. Polîsan nehiştine du endamên Yekîtîya Ewropayê biçin cihê hejmartina dengan.
Korunê eşkere kir ku hejmartina dengên bêmor jî kêşeyek e.
“Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) biryar da ku divê dengên bêmor jî bêne hejmartin ku ev yek derqanûnî ye.”
Korunê eşkere kir ku gelek dîmen li medyaya civakî têne belavkirin. Divê gilîyên têne kirin neyên paşguhkirin. (YY/MB)