Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Numan Kurtulmuş Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê di dema civîna Desteya Wezîran a di bin serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan de li Kuliyeya Serokomariyê berdewam dikir derket pêşberî rojnamegeran û daxuyanî da.
Kurtulmuş diyar kir ku wan di civînê de pêvajoya referandûmê nirxandiye û biryara Desteya Wezîran a derbarê dirêjkirina Rewşa Awarte de şandiye Meclîsê.
Rewşa Awarte dê 3 mehan bê dirêjkirin
Kurtulmuş derbarê Rewşa Awarte de wiha got:
“Saziya Ewlekariya Milî (MGK) derbarê mijara dirêjkirina Rewşa Awarte ya di berpirsiyariya xwe de biryara pêşniyarê stand. Di civîna Desteya Wezîran de ev biryara pêşniyarê ya MGKê hat nîqaşkirin û nivîsa dirêjkirin Rewşa Awarte hat nivîsandin û biryara Desteya Wezîran hat îmzekirin ku li gorî vî tiştî wê Rewşa Awarte ya di 19ê Nîsana 2017an de bidawî dibe 3 mehên din bê dirêjkirin û pêşkêşî Meclîsê bê kirin”. (NV/FD)