Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di referandûma guhertina destûra bingehîn de, li gorî encamên ne fermî yên Ajansa Anadoluyê, saet 09.30an de sedî 99,97ê sindoqan vebûn.
Rêjeya dengên “Erê” sedî 51,18 û rêjeya yên “Na”yê sedî 48,82 in.
Li gorî vê encamê 24 milyon û 325 hezar û 817 dengdêr dengên “Erê” û 23 milyon û 201 hezar û 726 kesan jî dengên “Na” bikar anîne.
Li tevahiya welêt 55 milyon û 319 hezar dengdêran di 167 hezar sindoqan de deng bi kar anîn. Rêjeya beşdarbûna referandûmê sedî 85,46 e.
Li 6 bajaran “Na” di pêş de ye
Li 6 bajarên ku hejmara wan zêde ne dengên “Na”yê di pêş de ye.
Li gorî hejmarên AAyê:
Li Enqereyê sedî 51,15 dengên "Na”, sedî 48,85 dengên "Erê" derketin.
Li Stenbolê dengên “Na” sedî 51,35, yên “Erê” sedî 48,65 derketin.
Li Îzmirê sedî 68,80 dengên “NA”, sedî 31,20 yên "Erê" derketin.
Li Amedê sedî 67,59 "Na", yên “Erê” sedî 32,41 derketin.
Li Edeneyê sedî 58,19 "Na", sedî 41,81 "Erê".
Li Antalyayê sedî 59,08 "Na", sedî 40,92 "Erê".
Dengên ji derveyî welêt
Rêjeya dengên ji dervewî Tirkiyê jî wiha ye:
Sedî 59,09 “Erê”, sedî 40,91 dengên “Na” derketin.
“Na”yên herî zêde
10 bajarên ku herî zêde dengên “Na” dane wiha ne:
Dêrsim: Sedî 80,41
Şirnex: Sedî 71,70
Kırklareli: Sedî 71,33
Edirne: Sedî 70,49
Muğla: Sedî 69,30
İzmir: Sedî 68,80
Amed: Sedî 67,59
Colemêrg: Sedî 67,58
Îdir: Sedî 65,20
Aydin: Sedî 64,30.
Dengên “Erê” yên herî zêde
10 bajarên ku herî zêde dengên “Erê” derketine wiha ne:
Bayburt: sedî 81,70
Rize: Sedî 75,55
Aksaray: Sedî 75,49
Gumuşhane: Sedî 75,16
Erzurum: Sedî 74,48
Yozgat: Sedî 74,27
Kahramanmaraş: Sedî 73,96
Çankiri: Sedî 73,46
Konya: Sedî 72,88
Çewlik: Sedî 72,57. (AS/FD)