Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji ber ku sindoq hatin barkirin, hin kes çûn dibistanên şaş, tevlihevî derket.
Li navçeya Sûrê ya Amedê dengdêrên 6 taxên ku demeke dirêje qedexeya derketinê berdewam kir û ji ber operasyonan wêran bûn, li taxên ku derketina derve ne qedexe ye dengên xwe bikar anîn.
Li 6 taxên Sûrê ji 2ê Berfanbara 2015a heta niha qedexeya derketinê berdewam dike.
Li gorî nûçeya Felat Bozarslan û Serdar Sûnar ên ji Ajansa Nûçeyan a Doganê navê dengdêrên li 6 taxan di 45 sindoqan de hatiye tomarkirî. Heta saet 13.00ê nêzîkî sedî 50 dengdêran dengên xwe bikar anîye.
Ji ber barkirina sindoqan, hin kes çûn dibistanên ku navê wan ne li wir in û tevlihevî derket. (AS/FD)