Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Meral Daniş Beştaş ji bo referandûma 16ê Nîsanê peyamek şand.
Beştaş a ku di heman demê de Alîkara Hevserokên HDPê ye di 31ê Rêbendana 2017an de hatibû girtin.
13 parlamenterên HDPê girtî ne û mafê parlamenteriyê ji Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yuksekdag hat standin.
“Em hebûna xwe weke xelat nedin ‘yek zilamî”
Peyama Meral Daniş Beştaş wiha ye:
“Em di nava çar dîwaran de li bend ‘Na’yê we ne.
“Di 16ê Nîsanê de dema em biryara erê-nayê bidin em neçar in li dahatûya xwe, zarokên xwe, azadiya xwe, nasnameya xwe, zimanê xwe, baweriya xwe û zayenda xwe bifikirin û bersivê bidin. Heke ku em ê xwedî li van derkevin, bersiva me ‘Na’ye. Em hebûna xwe weke xelat nedin ‘yek zilamî’.
“Di nava çar dîwaran de em bi hêvî û heyecan li bende ‘Na’ya we ne”.
(AS/FD)