Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kaynak bû mêvanê maseya editor a Ajansa Anadoluyê û pirsa derbarê xebatên Alman ên li Tirkiyê de bersivand ku got, “Hin îdia hebûn ku weqfên Alman ên li Tirkiyê xebatan dikin, di dema hewldana 17/25 Rêbendanê de û di bûyerên Geziyê de li paş perdeyê ji bo bandorê li ser polîtîkaya Tirkiyê bikin ketin nava hin hewldanan. Niha tê îdiakirin ku xebatên wan ên ji bandorê li xebatên referandûmê bikin hene. Di vê çarçoveyê de xebatên we hene? Saziyên wisa hene ku dixwazin xebatên xwe di bin navê rêxistinên civaka medenî kar nîşan bidin lê hûn destûrê nadin wan?”
“Em destûrê nedin xebatên misyoneriyê”
Kaynak diyar kir ku piştî pêla koçbera ji Sûriyê ber bi Tirkiyê ve hat 48 saziyên sivîl ên biyanî ji bo derbarê koç û koçberan de kar bikin destûr ji Wezareta Navxweyî standine û destnîşan kir ku ev ji çend cure weqfan pêk ten:
“Min guman kirin. 3 cî hene ku ev dixwazin li wir kar bikin, Hatay, Dîlok û Amed. Li bajarên din jî xebatên wan hene lê Hatay, Dîlok watedar e, deriyê pêşîn ê koçê ye û gelek koçber hene lê Amed li Tirkiyê yek ji wan bajarên ku hejmara penaberan gelekî kêm e. Balkêş e ku herkes projektorên xwe dizivîrinînin wir û dixwazin li wir xebatê bikin.
“Niha Wezareta me ya Navxweyî derbarê hemû weqfan de xebatekê dike. Em jî weke AFADê xebatekê dikin. Em dixwazin ku di bin navê xebatên weqfê xebatên xirakirina yekîtiya netewî ya Tirkiyê neyên kirin. Em destûrê nedin xebatên misyonerî.”
3 weqf hat girtin
Kaynak got ku Wezareta Navxweyî dawî li xebatên 3 weqfa aniye.
Lê li gorî nûçeya Hurriyetê 4 weqif hatine girtin:
Coordination of the Organizations for Voluntary Servıce (COSV) ku navenda wê li Îtalyayê ye: Destûra xebatê ya li Stenbol, Dîlok, Kilîs û Hatayê di 15.01.2017ê de qediya û ev destûr nehate nûkirin.
International NGO Safety Organisation (INSO) ku navenda wê li Îngiltereyê ye û destûra wê ya li Dîlokê di 15.01.2017ê de qediya nehate nûkirin.
Busıness Software Allıance Incorporatıon (BSA) ku navenda wê li DYAyê ye destûra xebata wê ya li hemû Tirkiyê di 03.02.2017ê de qediya û nehate nûkirin. (NV/FD)