Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamenterê HDPê yê İzmirê Ertugrul Kürkçü bersiv da gotinên Serokomar Erdogan ên derbarê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku gotibû, “Şeva 15ê Tîrmehê li balafirxaneya ku tu hatê jî bi hezaran kes hebûn. Tu çima reviya?”
Kurkçu got ku ew di 15ê Tîrmehê de ligel Kiliçdaroglu di heman balafirê de bûn û di ciyê ku Kiliçdaroglu derket de ti derbekar an jî tang tune bûn.
Kurkçu derbarê helwesta Alîkarê Serokê Giştî yê AKPê Hayati Yazici de jî nirxandin kir û bûyerên di wê şevê de qewimîn li ser hesabê xwe yê Twitterê parve bik:
“Şeva derbeya 15ê Tirmehê li AHLê ji balafira Enqereyê 3 parlamenter û 3 rêvebirên partiyan daketin. Kemal Kiliçdaroglu, Ertugrul Kurkçu û Hayati Yazici. Ji kesên ku ji balafirê daketin hat gotin ku derbe bûye, derketina ji Balafirxaneya Ataturkê ne mumkin e û divê bisekinin. Piştî 15 deqîqeyan agahî hat ku derketina ji wir mumkin e û herkes bi kesên hatibûn wan pêşwazî bikin re ji salona VIPê derket.
“Li salona VIP a Balafirxaneya Ataturkê û derdora wê leşkerên ‘derbekar’ û ‘tanga derbekar’ tune bûn. Di 2 wesayitên zirxî yên di derketina TEMê de jî ti liv û tevger tune bû. Min derketina Kiliçdaroglu a ji Balafirxaneya Ataturkê dît. Lê ji ber ku tanga em derkevin ser tune bû min berxwedana Hayati Yazici jî nedît”.
(ÇT/FD)