Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dengdêr ji bo guhertina destûra bingehîn li hin nûnertiyên li derveyî welêt û li deriyên sersînor ji 27ê Adarê û heta niha dengên xwe bikar tînin.
Li nûnertiyên li derveyî welêt dengdayin heta 9ê Nîsanê li deriyên sersînor jî heta 16ê Nîsanê wê berdewam bike.
Hejmara dengdêrên li derveyî welêt 2 milyon û 929 hezar û 389 kes in. Ev dengdên di referandûmê de li 57 welatan li sendoqên ku li 119 nûnertiyan û 32 sînoran hatine danîn dengan didin.
Ji roja pêşîn a ku dengdayin destpêkiriye heta niha li nûnertiyên li Almanya, DYA, Avûstralya, Avûstûrya, Belçîka, Danîmarka, Fransa, Swîsre, Luksembûrg, Norwêc û Qibris a Bakur 637 hesar û 782 kesan deng dane. Li deriyên sînor û balafirxaneyan jî 47 hezar û 172 kesan dengên xwe bikar anîne.
Li gorî vê encamê heta niha li derveyî welêt bi giştî 684 hezar û 954 kesan deng bikar anîne ku ev hejmar çaryekê hejmara dengdêran e. (NV/FD)
Fotograf: Volkan Furuncu – New York/AA