Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dema DAIŞê dest bi êrîşan kir, leşkerên Iraqê ji terka bajarê Kerkûkê kir. Pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bajar kontrol kir. Li bajarê Kerkûkê alaya Kurdistanê hat bilindkirin.
Yek ji endamên polîtbûroya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê(YNK), Ednan Miftîyî daxuyand ku alaya Kurdistanê dê miheqqeq neyê xwarê.
Meclîsa Bajarî ya Kerkûkê, di 28ê Adarê de biryar dabû ku li hemî avahiyên fermî alaya Kurdistanê dê bê bilindkirin.
Meclîsê duhî biryar dabû ku referandûmê bike. Bi referandûmê xelkê Kerkûkê dê biryarê bide ka ew ê bi Hikûmeta Kurdistanê an jî hikûmeta navendî ve girêdayî be. Meclîsê ev daxwaz ji hikûmeta navendî re jî şand.
Parlamentoya Iraqa Federal biryar dabû divê li Kerkûkê alaya Kurdistanê bê xwarê. Bi rûniştineka duyem meclîsê biryara parlamentoyê red kir.
Li gor xala 140. a Qanûna Bingehîn a Iraqê ku di sala 2015ê de hatibû çêkirin li ser birêvebiriya Kerkûkê biryar nehatiye dayin. Xelkê bajarî dê bi referandûmê biryarê bide. (EKN/MB)