Fotograf: AA/Vahram Bagdasaryan
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Ermenistanê Partiya Komarî ya Ermenistanê ya Serokomar Serj Sarkisyan di hilbijartina parlamentoyê de bu partiya yekemîn.
Partiya Komarî ya Ermenistanê sedî 49,21 deng wergirt.
Li gorî zanyariyên Lijneya Hilbijartina Navendî ya Ermenistanê sedî 90ê dengan hatine jimartin.
Li Ermenistanê 2 milyon 564 hezar û 795 dengdêr hene û di vê hilbijartinê de milyenok û 574 hezar û 947 kesan deng dan û rajeya kesên beşdarî dengdanê bûne sedî 60,86 e.
Hilbijartina yekemîn e ku li Ermenistanê di sala 2015an de referandûma destûra bingehîn hate kirin û sîstema parlamenter hate hilbijartin.
Erka Serokomar arkisyan sala 2018an de diqede. Piştî ku erka wî biqede li Ermenistanê sîstema parlamenter dê dest pê bike.
Hevbendiya Tsarukyanî sedî 27,38 deng wergirt
Di hilbijartinê de Hevbendiya Tsarukyanê bû partiya duyemîn. Di vê hevalbendiyê de Partiya Ermenistanê ya ku Bişkivîn ya ku karsazê milyarder Gagik Tsarukyan serokatiya wê dike jî cî digire.
Rajeya dengên ku hevbendiyê bidest xistine, sedî 27,38 e.
Herwiha hevbendiya Rêya Rizgariyê ya ku ji Ermenistan a Ronakbirî, Peymana Sivîl û partiyên Komarî pêk tê sedî 7,72 deng wergirt. Federasyona Şoreşgerî ya Ermenî (Dashnakcutyun) ya ku bi gotinên radîkal ên neteweperest tê nasîn sedî 6,59ê dengan stand.
(YY/FD)
Çavkanî: AA, Deutsche Welle Tirkî, BBC