Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Alîkarê Midûrê Giştî yê Halkbankê Mehmet Hakan Atilla di çarçoveya lêpirsîna Reza Zarrab de li balafirxaneya New York JFK yê hat desteserkirin. Atilla bi tohmeta ku mueyideyên li hemberî Îranê binpê kiriye hat girtin.
Platforma Ronîkirina Civakê ya Halkbankê daxuyaniyek belav kir û got, “Alîkarê Midurê me yê Giştî yê Bankavaniya Navdewletî Mehmet Hakan Atilla di 28ê Adara 2017an de dema ji bo wezîfeyekê li Amerîkayê bû hatiye desteserkirin û piştî ku danaşîna doza wî ya pêşîn hat kirin ji bo amadekirina îdianameyê dem ji bo dozger hatiye dayin.”
Joon Kim ê li şûna Serdozgerê Herêma Başûr ê New Yorkê Preet Bharara yê ku ji hêla Trump pêşîn îstifa wî hat xwestin û paşê jî ji kar hat dûrxistin weke wekîl kar dike, giliyê Atilla li dadgeha federal a Manhattanê kir. Kim îdia kir ku Atilla û Zarrab di navbera salên 2010 û 2015an de mueyideyên li ser hikûmet û saziyên Îranê binpê kirine û di vê pêvajoyê de ji bo transefera bi milyon dolaran pareyan tevlî Serraf bi rêya bankeya xwe kompo saz kiriye.
Atilla beriya serdana Wezîrê Karê Derve Yê Amerîkayê Rex Tillerson bi rojekê hat desteserkirin.
(ÇT/FD)
* Me ev nûçe ji Bloomberg, New York Times û Cumhuriyetê berhev kir