Ji bo nûçeya Tirkî /İngilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 8 sal û 9 meh cezayê girtinê da hevserokê Partiya herêman a Demoktratîk(DBP), Kamûran Yûksekî.
Dadgehê bi sûcê “endambûna rêxistina terorî” ceza da Yûksekî.
Kamûran Yûksek bi heman lêpirsînê, di 13ê Gulana 2016ê de hatibû girtin. Di 7ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê de dadgehê biryara serbestberdana Yûksekî dabû.
Piştî biryara girtinê Kamûran Yûksekî bi daxuyaniyekê got:
“Gelek bi zelalî dixweyî ku piştî biryara serbestberdanê, li ser dadgehê bandor hatiye çêkirin û welê hatiye kirin ku ew biryara sîyasî bide.”
yûksekî pirsî:
“Gelo di vê dema ev çend kurt de çi guherî ku ev biryar hat dayin.”(ÇT/MB)