Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wêne: AA
Encamên nefermî yên hilbijarina Bûlgarîstanê eşkere bûn. Partiya serokê berê yê Bûlgarîstanê, Boyko Borîsovî ya bi navê GERB(Partiya Welatiyan a ji bo Bipêşketina Ewropîyan) bû partiya yekem.
Boyko Borîsovî piştî hilbijartinê gotiye:
“Ez hêvî dikim ku em ê di demekê kurt de hikûmeteka li gor daxwaza welatîyan ava bikin.”
Borîsov di salên 2009-2016ê de du caran bûye serokê welatî.
Hikûmeta bi koalîsyonê...
Li gor encaman ji sedî 51ê hilbijêran dengê xwe dane. GERBê ji sedî 32,55ê dengên hatîn dayin standine. Li gor vê encamê GERB dê hikûmetê bi koalîsyonê ava bike.
DOST ji benda hilbijarinê neborî
Partiya welatiyên misilman ên tirk ya bi navê DOST ji benda hilbijartinê neborî. Li Bûlgarîstanê benda hilbijartinê ji sedî 4 e. DOSTê ji sedî 2,95ê dengan standine û li derveyî parlamentoyê maye.
Ji sed, 24,67ê dengdêrên li derveyî Bûlgarîstanê dijîn dengên xwe dane GERTBê.
Krîza ji pêşiya hilbijartinê
Di 24ê Çiriya Paşiyê de dema ku Tirkiyeyê balafira Rûsyayê xist. Serokê HOHê, Lûtfî Mestanî piştgiriya Tirkiyeyê kiribû. Serokê rûmetê û avakerê HOHê Ahmet Doganî bersiveka hişk ji bo şîroveyên Mestanî da.
Ji ber vê gengeşîyê, ew kesên ji HOHê cida bûyîn DOST ava kir.
Encamên fermî dê di 31ê Adarê de eşkere bibe
Li Parlamentoya Bûlgarîstanê 240 kursîyên parlamenteriyê hene. Li gor encamên nefermî GERB dê bibe xwediya 96 kursîyan, BSP dê bibe xwediya 79 kursîyan, Welatparêzên Hevgirtî dê 27 kursîyan bistînin, HOH dê 27 û Volya dê 12 kursîyan bistînin .
Encamên fermî dê di 31ê Adarê de eşkere bibe.(YY/MB)
Çavkanî: AA, EuroNews, Deutsche Welle Türkiye, Sputnik News