Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomar Recep Tayyip Erdogan duh bi şev di weşana hevbeş a CNN Turk û Kanal Dyê de pirsen derbarê rojevê de bersivand û nirxandin kir.
Beşek ji ji axavtina Erdogan wiha ye:
“Em li hilbijartina pêşwext nafikirin”
“Niha wisa xuya dike ku hikûmetek heta Mijdara 2019an wê berdewam bike heye. Dema em li daxuyaniyên serokwezîrê me dinerin, dibêje ‘em hilbijartina pêşwext nafikirin’. Ev di rêza pêşî de biryara hikûmetê ye. Heke ji min bipirsin ez jî bi heman awayî difikirim. Welatekî ku bi hilbijartinên pêşwext tê birêvebirin hûn nikarin aramiyê bibinin.
“Piştî 16ê Nîsanê dibe hûn rastî hin surprîzan bên”
“Dibe pêwistiya me hebe ku em bi YEyê re mijarên siyasî û îdarî di ber çavan re derbas bikin. Niha di rojeva min de çûna Almanyayê nîne. 16ê Nîsanê wê van rojevan tev diyar bike. Dibe ku piştî 16ê Nîsanê bi gelek suprîzan re rûbirû bimînin, ew jî (Ewrop) rast bê.
“Em bibêjin Faşîzm? Hûn kîjan dixwazin em wê bibêjin”
“Hûn ê Huseyinê min ê trabzonî bi segên xwe bidin gez kirin û 3 meh, doktor wê bibêjin ‘tu nikarî bi vî awayî kar bikî’. Hiqûqa navdewletî li ku ye? Hiqûqa gerdûnî li ku ye? Paşê dema ku em dibêjin ev Nazîzm, Faşîzm e, tu bêkêf dibî. (Faşîzm) ev tiştê ku we kiriye di nava xwe de dihewîne. Bila ti kes bêkêf nebe ji vî tiştî. Em bibêjin faşizm? Kîja dixwazin? Kîjan bixwazin em ê wê bibêjin.
“Ez li bende me ku sedî 52 erê derkeve”
“Em dizanin ku her roja derbas dibe dengên erê di pêş de ye û her diçe zede dibe. Hedefa me ew e ku ev dengên ‘Erê’ yên ku bilind dibin bilindtir bibin. Me bi sedî 52yan serokomarê milet hilbijart. Niha em dibêjin ku miletê min, helwesta MHPê li holê ye, helwesta AK Partiyê li holê ye û li gel wê helwesta BBPê li holê ye, helwesta Partiya Saadetê li holê ye, kadroya wan a rêveber bibêje na jî ez wisa bawer dikim ku di nava girseya wan de dengên erê heye. Dîsa ez wisa bawer dikim ku welatiyên min ên ku dil dane CHPê jî wê bi yên li Qendîlê re ne di heman ciyî bin. Qendîl dibêje ‘Na’. Ji ber wê ew vê helwestê di welatiyên xwe de dibinim ku dê bibêjin em nabêjin ‘na’. Ez li bende me ku gelek gelek di ser sedî 52an de be. Bi îzna xwedê em ê biçin Amed, Wan û wan deran jî. Lêpirsînên ku ji qadê tên jî baş in. Sîstema rêveberiya li vir jinûve tê avakirin.
“Azadiya we heye ku hûn ji Erdogan re bibêjin ‘dîktator’, lê mafê Erdogan tune ku ji we re faşist bibêje!”
“Azadiya we heye ku hûn ji Erdogan re bibêjin ‘dîktator’. Lê mafê Erdogan tune ku ji we re bibêje nazî yan jî nazî. Bila li qisûrê nenêrin. Heke ku ev ji Erdogan re bibêjin dîktator ez ê jî bi van navan bangî wan bikim.
“Ev dengên lingê Nazîzmê ye”
“Xaça bi gama. Li ku bû? Li Almanyayê. Heman tişt li Hollandayê, Avusturyayê heman tişt kirin. Ev dengên linge nazîzmê ye. Heke ku hûn li mabedên me van tiştan bikin, divê ku hûn ne li bende bin em tiştekî din ji we re bibêjin. Me qet destûr neda û em nadin ku tiştekî wiha li derî û camên dêran ev tişt bên kirin.” (CT/FD)