Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Cihgirê serokwezîrî û berdevkê hikûmetê Nûman Kûrtûlmûş ji Ajansa Anadolûyê re axiviye.
Kûrtûlmûşî got: “Ji binî ve derew e ku tê gotin ji bo 3 milyon Sûriyeyîyan mafê welatîbûnê dê bê dayin.”
Ji bo mafê welatîbûnê kê çi gotibû?
Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan eşkere kiribû ku ji bo welatiyên Iraq û Sûriyeyê mafê welatîbûna Tirkiyeyê dê bê dayin û ji bo vê yekê Wezareta Navxweyî kar dike.
Cihgirê serokwezîrî, Veysî Kaynakî gotibû heta 16 Nîsanê ku referandûm dê bê kirin mafê welatîbûnê dê ji bo Sûriyeyîyan neyê dayin.
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahînî eşkere kiribû ku ji bo 2 hezar welatiyên Sûriyeyê bibin welatiyên Tirkiyeyê dosyeyên agahiyan ji bo Enqereyê hatiye şandin.(AS/MB)