Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Oktay Saral, Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan û parlamenterê berê yê Partiya Dad û Geşepêdan (AKP) ji berk u ti Twitter a xwe de heqaret li Selahattin Demirtaş, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiriye wê 9 hezar lire tazminat bide Demirtaş.
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di 19ê Tebaxa 2016an de serdana Almanyayê kiribû û bi Hevserokê Partiya Keskan Cem Ozdemir re fotoğraf kişandibû. Oktay Saral, serşêwirmendê Serokomar Recep Tayyip Erdogan ev fotoğraf bi nivîsa ku nivîsandibû li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir.
Li ser vê parvekirinê Mahsuni Karaman, parêzerê Selahattin Demirtaş giliyê Saral li gel Serdozgeriya Komarî ya Amedê kir û daxwaza tazmînatê li Saral kir.
Di doza pêşîn de ceza hat dayin
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dogan ê (DHA) daneşîna doza pêşîn a tazmînatê duh li 6emîn Dadgeha Hiqûqa Asliyeyê ya Amedê hat dîtin.
Di daneşîna dozê de Mahsuni Karaman, parêzerê Demirtaş diyar kir ki Saral di daxwaznameya ku ji dadgehê re şandiye de parvekirinên xwe yên Twitterê qebûl kiriye û wiha got: “Ev parvekirin mafên kesayetiya Demirtaş binpê dike.”
Dadwerê Dadgehê dokumanên ku di dosyayê de xwend û got ku parêzerê Saral xwestiye dadgeh weke bêerk bê diyarkirin.
Dadgehê biryara xwe li ser itiraza parêzerê Saral diyar kir û got ku dadgeh ji bo dîtina vê dozê bierk e.
Dadgehê paşê jî biryara xwe ya derbarê dozê de aşkere kir û biryar girt ku Oktay Saral Serşêwirmendê Serokomar Tayyip Erdogan 9 hezar lire pare tevlî faîza wî ya yaseyî bide Selahatin Demirtaş.
Peyamên Saral
Saral di peyamên xwe de wiha gotibû:
“Ev çekên xayin ku zivirîbûn vî gelî wê bên sekinandin! Dê xwîn bi haşhaşiyên Pensilvanyayî û kûçikên Pavlov were verêşandin!”
“Ey pîçên Alamutê, ey haşhaşiyên fethulah, ey kûçikên Pavlov! Cîhan ne bi destê efendiyên we lê xwedî dizivirîne û ew hesaban dibine.”
(EKN/FD)