Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Duhî serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Serokkomariyê wezîr kom kirin. Piştî civîna wezîran cihgirê serokwezîrî, Nûman Kurtûlmûşî bersiva pirsên rojnamegeran da.
Kurtûlmûşî li ser pirsekê got, Biryarnameyeka di Hikmê Qanûnan de tê amadekirin. dema amadekariyên ji bo wê tê temamkirin dê ji bo civakê bê eşkerekirin.
Nûman Kurtûlmûşî da zanîn ku serokê Rêxistina Îstixbaratê ya Almanyayê, Bruno Kahlî eşkere kiriye ku wan ti têkiliyên FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) digel hewildana derbekirinê nedîtine lê ev yek nayê qebûlkirin.
“PKK rêxistinek e ku hem Yekîtîya Ewropayê hem jî Almanyayê navê wê di lîsteya terorê de.
“Ji bo wan destûr tê dayin ku poster û sloganan nîşan bidin.
“Ji bo wezîran destûr nayê dayin.
“Em vê kiriyarê qebûl nakin, em naavêjin dilê xwe û em şermezar dikin.”
Siyaseta Ewropayê
“Siberojeka xerab li pêşiya Ewropayê ye. Bila hişê xwe bîne serê xwe.” (NK/MB)