Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Frankfûrtê nêzîkî 30 hezar kes beşdarî şahiya pîrozkirina Newrozê bûn. Tirkiyeyê destûrdana Almanya şermezar kir.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê di şahiyê de serokkomarê Almanyayê hatiye protestokirin.
Kalin: Em şermezar dikin
Berdevkê serokkomariyê, Îbrahîm Kalinî diyar kir ku ji bo wezîrên Tirkiyeyê destûr nehatibû dayin lê ji bo pîrozkirina Newrozê destûr hatiye dayin.
“Pîrozbahî ji bo kampanyaya NAyê hatiye bi kar anîn.
“Nûnerên hilbijartî yên gelê Tirk hatine astengkirin û hevdîtina wan a digel welatiyan wek metirsîdar hatiye nîşandan. Ti îzaha wê yekê nîne ku wek aktorên meşrû bin mûamele li rêxistinên terorî tê kirin. Ev piştevaniya terorê ya li ber çavan e.
Lêpirsîna li ser xwenîşandaran
Ajansa nûşeyan a Almanyayê dpa-yê eşkere kiriye ku berpirsekê polîsan daye zanîn lêpirsîn dê li ser wan kesan bê vekirin ku wan wêneyên Abdullah Ocalanî û nîşanên qedexe nîşan dane.
Navenda Gelî ya Kurdên Demokratîk(NAV-DEM) duhî li Frankfûrtê şahiya Newrozê pêk anibû. (HK/MB)