Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê(ITU) 24 xwendekaran li dijî ji-karî-avêtina akademîsyenan xwenîşandanek pêk anî.
Zanîngehê lêpirsîn li wan vekir.
Xwendekaran xwenşandan di 23yê Sibatê de pêk anibû û zanîngehê ji bo ew xwe biparêzin îro bangî wan kir.
Zanîngehê eşkere kiriye ku “xwendekaran bêdestûr xwenîşandan kirine û we kirine xwendekarên dî nekarin dersên xwe bixwînin...”
Çi bûbû?
Bi Halê Awarte di 7ê Sibatê de, bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 686. 330 akademîsyenên 48 zanîngehan ji karê wan hatin avêtin.
Xwendekarên Zanîngeha Teknîkî yên Stenbolê li ser vê yekê bi nivîsa “dest li dersdêrê/a me nede” xwenîşandanek pêk anî. (BK/MB)