Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê du hişyarî dan Hollandayê.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê Wezareta Karên Derve bi du hişyariyan diyar kiriye:
“Li welatî û wezîrên Tirkiyeyê kiryarên ne li gor nezaketa dîplomatîk û rêbazên navneteweyî hatine kirin. Ji Wezareta Karên Derve [ya Hollandayê] daxwaz tê kirin ku divê ji bo berpirsên wan kiriyaran cezayan bistînin.”
Hişyariya duyem jî li ser kiriyarên polîsên Hollandayê yên digel xwenîşanderên li ber deriyê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Hollandayê hatiye dayin.
BIXWÎNE: Sayan-Kayaya wezîr vegeriya Tirkiyeyê
Çi bûbû?
Di 6ê Adarê de wezîrê dadê Bakir Bozdagî xwestibû biçe Almanyayê û li wê derê beşdarî civînekê bibe lê civîn hatibû astengkirin.
Li ser vê yekê serokkomarê Recep Tayyîp Erdoganî eşkere gotibû:
"Min digot qey Nazîzm li Almanyayê nemaye lê welê diyar e hê heye."
Piştî sîyasetmedarên Alman xwe li ser vê yekê nerazî kir, serokwezîra Almanyayê Merkelê got:
"Divê Tirkiye demildest dest ji vê şibandina me û Nazîyan berde."
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî, Fatma Betûl Sayan Kaya piştî ku ji Hollandayê bi zorê ji bo Almanyayê hat birin îro bi balafirê Ji bajarê Kolnê yê Almanyayê hat Stenbolê.
Wezareta Karên Derve: Bila balyozê Hollandayê demekê venegere
Wezareta Karên Derve bi daxuyanîyekê diyar kir:
"Em ji bo demekê naxwazin balyozê Hollandayê yê hê jî bi destûrê li derveyî welatî ye vegere."
"Em vê hişmendiya dijminane şermezar dikin."
Alaya Tirkan li Balyozxaneya Hollandayê hat hildan
Xwenîşanderekî/ê alaya Tirkiyeyê bi stûna layan a Balyozxaneya Hollandayê ve kir.
Li gor nûçeya BirGûnê kesekê Tekbîr daye û alaya Hollandayê aniye xwarê li şûna wê ya Tirkiyeyê hildaye.
(ÇT/MB)