Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Partiya Nijadperest a Gelî(MHP) sê parlamenterên xwe yên Îsmaîl Ok, Yusuf Halacoglû, Nûrî Okutan û endamê MHPyê Sînan Ogan ji partiyê avêtin.
Parlamenteran piştgiriya “Nijadperestên Tirk Dibêjin Na” dikirin.
Halîl Oztûrkê ku serokê Lijneya Disiplînê yê MHPyê ye eşkere kir ku li gor xalên 11,79 û 81. yên rêziknameya partiyê, wan ev biryar daye.
Çi bûbû?
Piştî li hilbijartina 2015ê MHPyê ji sedî 11,9ê dengan stand. Meral Akşener û mixalifên digel wê xwest Lijneya Giştî kom bibe. Devlet Bahçelîyî qebûl nekir.
Meral Akşener jî ji MHPyê hat avêtin.
Di 21ê Îlonê de, Ayhan Eren, Alî Sagir û Mehmet Bîlgîç ji MHPyê hat avêtin.
Di 15ê Çiriya Paşiyê de Ûmît Ozdag ji partiyê hat avêtin.(ÇT/MB)