Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgeha Bilind îro teblîxatek ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) re şand û da zanîn ku endametiya HDPyê ya Fîgen Yûksekdagê hatiye betalkirin.
Teblîxat li ser navê Serdozgerê Komarê hatiye şandin.
Parlamenteriya Yûksekdagê hatibû betalkirin
Fîgen Yuksekdag girtî ye. Ew di 2012an de ji ber ku beşdarê merasîma cenazeyê endamê MLKPê Yasemîn Çiftçi bûbû, derbarê wê de doz hatibû vekirin û 10 meh ceza lê hatibû dayîn. Dadgeha Bilind jî di 2ê Mijdara borî de cezayê derbarê wê de hatibû dayîn erê kiribû.
Bi tezkereya bi îmzeya Alîkarê Serokwezîr Nurettin Canikli li meclisê hat xwendin û parlementeriya Figen Yuksekdag hat betalkirin.
Li gor nûçeya ANFyê HDPyê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye:
"...Di Qanûna Dadgeha Bilind 27/4. karê Cihgirên Serdozgerê Komarê hatiye eşkerekirin. Ev xal di Rêziknameya Dadgeha Bilind de jî heman tişt e.
Ev xal wê desthilatê nade serdozgeran ku hinekan ji endametiyê derbêxe."(EKN/MB)