Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Denîz Yûcelê nûçegihanê Die Weltê di girtîgehê de ye. Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Yûcelî got ew ne rojnameger e, ew terorîst e, ji bo îdamê jî got heke ew biryar bê dayin em ê demildest bêxin di rewacê de.
Erdoganî da zanîn ku Almanyayê destûr nedabû ku wezîrên Tirkiyeyê biçin wî welatî, li ser wê yekê got: “ Heke ez bixwazim ez ê sibeyê biçim, ez ê biçim û heke ew derîyî li min bigirin an jî nehêlin ez biaxivim ez ê dinyayê rakim ser pêyan.”
“Ji parlamentoyê biryara îdamê derbikeve ez ê îmze bikim.
“Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê ji min re got: “Heke hûn serbest berdin em ê keyfxweş bibin.”
“Min got ew ne rojnameger e, terorîst e. Denîz Yûcelî mehekê xwe li konsolxaneya Almanyayê veşart. Ev mêrik terorîst e. Ne rojnameger e.”
Wêne: * Murat Çetinmühürdar - Serokkomarî / AA