Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezîrê dadê Bekir Bozdag dê li Almanyayê beşdarî civînekê bibûya lê civîn hat betalkirin. Li ser vê yekê wezîrê karên derve Mevlûd Çavûşoglûyî got “karekê sîstematîk ê dewleta kûr a Almanyayê ye.”
“Ev tevgera Almanyayê bi rastî ne li gor mafê xweîfadekirinê, demokrasîyê an jî mafê kombûnê ye. “
Çavûşoglûyî da zanîn ku ji bo mîtînga Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar jî destûr nehatibû dayin ku beşdarî civîneka li ser 15ê Tîrmehê bibe.
“Bi taybetî şaredarî van civînan betal dikin. Ev ne tesedifî ne. Dewleta kûr a Almanyayê bi awayekê sîstematîk vî karî dike.
“Hûn mecbûr in me wekhev bibînin. Tirkiye ne welatekê di bin fermana we de ye. Hûn ne çîna yekem û em çîna duyem in.
“Heke hûn bi me re kar bikin Hûn mecbûr in hîn bibin ka tevgerên we yên bi me re divê çawa bin.”
Çi bûbû?
Wezîrê dadê dê li bajarê Gaggenauyê yê Almanyayê beşdarî civînekê bibûya, rayedarên bajarî pêşiyê ji bo civînê destûr da, paşê destûr betal kir.
Civîn dê şeva dî bihatiya kirin. Rayedaran diyar kirin ku ji ber salon biçûk e destûra hatî dayin hatiye betalkirin.
Bozdagî ji bo girtina rojnamegerê almanî-tirk gotibû: "Biryara dadgehên bêalî ye."
Daxuyaniya Nûman Kûrtûlmûşî
Li ser betalkirina civînê, cihgirê serokwezîrî Nûman Kûrtûlmûşî gotiye.
"Ew civîna dê li Almanyayê bihatiya kirin, ne yek ji wan civînan e ku bandorê li sîyaseta navxweyî ya wî welatî bike. Betalkirina wê civînê ji bo welatek demokratîk wek prensîp nayê qebûlkirin."
Mîtînga li Vîyanayê ya di 2014ê de
Di 2014ê de, Recep Tayyîp Erdoganî ji bo hilbijartina serokkomarîyê li Vîyanayê mîtîngek pêk anibû. Piştî mîtîngê piştevanên AKPyê û mûxalifên wê şer kiribûn.(YY/MB)