Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnameya Hurriyetê ji ber nûçeya “Serokerkanî aciz e” daxuyanî da.
Hûrriyetê eşkere kir ku ew sernivîs xeletiyeka edîtoran e.
“Bêguman qesteka bi vî rengî nîne.
” Ji bilî ku mexsedeka bi vî rengî nîne em dikarin bibêjin xeletiyeka edîtorane hatiye kirin û gotin û mexsed ji hev cida bûne.”
Çi bûbû?
Rojnameya Hûrriyetê bi fermandarekî re hevpeyvînek kiriye û 7 tiştên Serokerkaniya Leşkerî jê aciz in eşkere kiriye.
Hurriyetê ev nûçe bi sernivîsa “serokerkanî aciz e” belav kir.
Li ser vê yekê Cihgirê serokwezîrî û berdevkê hikûmetê Nûman Kûrtûlmûş duhî piştî civîna dîwana wezîran axivî.
Kûrtûlmûş li ser nûçeya Hurriyetê ya “serokerkanî aciz e” got welê dixweyî ku hinek ji hevkariya desthilata siyasî û leşkerî aciz in.
Li gor nûçeyê çavkaniyeka/ê navê xwe nedayî bersiva heft rexneyên li Serokerkaniya Leşkerî hatî kirin daye.
Serokwezîrê Bînalî Yildirim got: “Bi sernivîsan hewil didin eyarên hikûmetê biguherin.”
Wezîrê dadê jî li ser nûçeyê gotibû: “Ti kes û hêz nikarin eyarên Parlemana Tirkiyeyê û gelê tirk biguhere.”
“Tirkiye ne Tirkiyeya berê ye”
Nûman Kûrtûlmûşî gotiye:
“Tirkiye ne Tirkiyeya berê ye. Ji ber vê yekê divê her kesan hay ji gotinên xwe hebin.
“Êdî ne mûmkin e bi sernivîsan eyarên Hêzên Çekdar ên Tirkan, îradeya sîyasî û hikûmetê bê guhertin.” (AS/EA)