Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 1. biryara girtina Îdrîs Balûkenê berdevkê HDPyê da.
Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ya 8. bi sûcên "propagandaya ji bo terorê" û "endambûna rêxistina terorî" Balûken dad kir û biryara serbestberdana wî da.
Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ya 1. ku ji Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ya 8. bilidtir e, biryar betal kir û biryara girtina Balûkenî da.
Çi bûbû?
Polîsan parlamenterê Amedê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) li Enqereyê dema ji nexweşxaneyê derdiket desteser kir.
Balûken di 4ê Çiriya Paşiyê de hatibû girtin û di 30ê Kanûna Paşiyê de hatibû serbestberdan.
Dadgeha Amedê di 17ê Sibatê de biryara desteserkirina Balûkenî dabû.
Balûkenî di 16ê Sibatê de eşkere kiribû ku ji bo operasyoneka TIBî li lingê wî bê kirin ew li nexweşxaneyê ye.
Ji 59 parlamenterên HDPyê, 12 parlamenter di girtîgehê de ne
Hevserokên wê jî tê de 12 parlamenterên HDPyê di girtîgehê de ne: Selahattin Demirtaş, Figen Yüksekdağ, Selma Irmak, Nursel Aydoğan, Gülser Yıldırım, Ferhat Encü, Nihat Akdoğan, Abdullah Zeydan, Çağlar Demirel, Besime Konca, Meral Danış Beştaş, Ayhan Bilgen.
Dadgehan biryar dane parlamenterê HDPyê yê Şirnexê, Faysal Sariyildiz û parlamentera Wanê Tûgba Hezer Oztûrk bêne girtin lê ew li derveyî welatî ne.(ÇT/MB)