Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Astanaya paytexta Qezekistanê dê îro rûniştina didoyê ya Agirbesta li Sûriyeyê bê pêk anîn. Nûnerên Tirkiye, Îran, Sûriye û Rûsyayê dê bicivin.
Li ser navê mixalifan serokê Ceyşûl Îslamê(Artêşa Îslamê) Muhammed Allûş dê beşdarî civînê bibe.
Li ser navê Sûriyeyê jî balyozê Sûriyeyê yê di rêxistina Neteweyên Yêkbûyî de, Beşar El Caferi dê beşdar bibe.
BIXWÎNE: Ji bo agirbesta li Sûriyeyê nûnerên NY, Rûsya, Îran û Tirkiye cara 2. li Astanayê civîyan
Mûxalif desthilata Sûriyeyê dê li astanayê rasterast nekevin di peywendiyê de.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê, Staffan de Mistura dê beşdarî civînê nebe.
Civîna Cenevreyê di 23yê Sibatê de ye
Aliyên şerê li Sûriyeyê nêzîkî şeş hefteyan e ku agirbest îlan kiribûn lê dihat diyarkirin ku agirbest tê îxlalkirin.
Da ku li Sûriyeyê lihevhatinek çêbibe di 23yê Sibatê de li Cenevreyê civîn dê bê kirin. (YY/MB)