Lijneya Bilind a Hilbijartinan bernameya referandûmê eşkere kir
Ji 27ê Adarê heta 9ê Nîsanê welatiyên li derveyî welatî dê li derîyên li ser sînorî û nûneriyên Tirkiyeyê dengê xwe bidin. Di 16ê Nîsanê de deng dê bêne dayin.
![Lijneya Bilind a Hilbijartinan bernameya referandûmê eşkere kir](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/183/610/original/thumbs_b_c_4fdb4b4cba638a55c181ecb64ed9fdeb.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinan bernameya referandûmê eşkere kir. Bername di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Ji 27ê Adarê heta 9ê Nîsanê welatiyên li derveyî welatî dê li derîyên li ser sînorî û nûneriyên Tirkiyeyê dengê xwe bidin.
18ê Sibatê, Lîsteyên hilbijêran dê li malpera www.ysk.gov.tr û di lîsteyên mixtaran de bêne nîşandan.
Propagandaya ji bo dengdanê dê di 15ê Nîsanê di siet 18.00ê de bê qedexekirin.
Di 16ê Nîsanê de deng dê bêne dayin.(HK/MB)