Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Pêkhateyên Kongreya Neteweyên Demokratîk (HDK) bi diruşma ‘Ji bo komara demokratîk û welatê hevpar em dibêjin ‘Na’!” deklerasyona referandumê diyar kirin.
Civîna deklerasyonê li Stenbolê Şişliyê li Salona Figaroyê bi tevlibûna parlementerên HDPê hat lidarxistin.
Deklerasyona ku ji hêla Berdevka HDKê Gulistan Koçyigit ve hat xwendin, bi vî rengî ye:
“Desthilatdariya ferzîn, rêveberiya yekmêrî”
*Pêdiviya civakê bi makeqanûneke demokratîk, pirrengî, wekhevî, azadîxwaz, laîq û ekolojîk heye û ev yek dewam dike. Bi çêkirina rêziknameyeke nû ve wê li Tirkiyeyê pirsgirêkên dîrokî, civakî û çandî were çareserkirin û wê riheke wekhev û pirreng di nav civakê de ava bike.
*Lêbelê ev pêdiviya civakê tine hat hesabkirin. Mebesta guhertina makeqanûnê ku bi îtifaqa Erdogan-Bahçeli ve pêk tê, “desthilatdariya ferzîne, rêveberiya yekmêrî” ye.”
“Wê di encamê de pevçûn û dubeydî zêde be”
*Ya ku dixwazin bikin darbeya sivîl Rewşa Awarte, rejîma BHQyan domdar bikin, civakê zêdetir di bin zext û zordariyê de bihêlin, maf û azadiyan tine bikin. Bêguman ev rewş di jiyana me ya siyasî, aborî û civakî de wê birînan çêbike, dubendiyan bi xwe re bîne.
*Yên ku hevserokên me yên giştî, parlementerên me, hevşaredaran, endamên meclîsê, bi hezaran hevalên me yên partiyê weke rehîneyên siyasî di girtîgehna de digirin, yên ku avaniyên bi vîna jinê ava bûne hildiweşînin, organên çapemeniya muxalîf bêdeng dikin, hin xebatkarên wan digirin, Rêxistinên Saziyên Civakî ku bivênevê ya civaka rêxistiniye, nahêlin ku li zanîngehan ramana azad serwer bibe, akademîsyenan ji peywirê digirin û davêjin girtîgehan, memûran ji kar davêjin, guherîna wan a destûrê ku di vê rewşê de li civakê ferz dikin ne bi mebesta demokrasiyê ye, bi vî awayî ve ti meşrûbûneke vê referandumê nîn e.
“Na!
*“NA’ tekane hêz e ku wê pêşî lê çûnê bigire. ‘NA’ kilîda aştiyê ye. ‘NA’ tê wê wateyê ku li dijî desthilatdariyê Gel heye. ‘NA’ bi dest ve anîna mafê kedê ye. ‘NA’ geşkirina têkoşîna jinê ye. ‘NA’ pêşvebirina demokrasiyê ye. ‘NA’ dawîlêanîna Rewşa Awarte ya mayinde ye. ‘NA’ azadiya baweriyan e. ‘NA’ gotina ‘êdî bes e ‘ ye li dijî ziyana li jiyan û xwezayê. ‘NA’ ez im, tu yî, em in. ‘NA’ jiyan e. Em ê ji bo her kesî ‘NA’ bibêjin.
(NV/YO)