Ji bo nûçeyên Tirkî(1, 2) bitikîne
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel hat Tirkiyeyê û digel heyeta Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) û Partiya Komarî ya Gelî(CHP) civîya.
Civîna bi HDPyê re
Merkel ji heyeta HDPyê digel Parlamenterê Çewligê, Hişyar Aksoy, cihgirê berdevkê HDPyê, Idrîs Balûken û Parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancarî re kom bûye.
Civînê 45 deqîqeyan dom kiriye.
HDPyê ev têbînîyên li ser civînê belav kirine:
*Idrîs Balûkenê ku ji beriya sê rojan ji girtîgehê derketiye behsa rewşa girtîgehan kiriye. Hevserok, serokên şaredariyan û gelek nûnerên partiyê di tecrîtê de li girtîgehan in.
*Li ser pêvajoya referandûmê hatiye axiftin.
*Hatiye eşkerekirin ku divîya hevserokên me li derve bûna û li ser çêkirina Makeqanûna nû siyaset bikiriya.
*Divê ne bi tenê bi kurdên Tirkiyeyê re divê bi kurdên Sûriyeyê re jî aştî bê kirin.
Civîna bi CHPyê re
Li gor Ajansa Anadolûyê civîn li ser pêvajoya piştî Hewildana Derbekirinê, guhertina Makeqanûnê û têkiliyên digel Yekîtîya Ewropayê hatiye kirin.
Li ser pirsa Merkelê ya gelo di Rewşa Awarte de çêkirina referandûmê dê ne zehmet be, serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglûyî gotiye ew li dijî heyîna Rewşa Awarte ye.
Wî gotiye ew hewil dide di referandûmê de dengên na zêdetir bin.
Kiliçdaroglûyî xwestiye têkiliyên digel Yekîtîya Ewropayê baş bibe.
(EKN/BK/MB)