Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Berdevkê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) û parlamenterê Qersê, Ayhan Bîlgen hat girtin.
Meral Daniş Beştaş û Ayhan Bîlgen ên ku serbest hatibûn berdan piştî îtiraza serdozgerîyê hatin girtin.
Di 29ê Kanûna Paşiyê de Ayhan Bîlgen hatibû desteserkirin û di heman rojê de bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan.
Meral Daniş Beştaş di 28ê Kanûna Paşiyê de hatibû desteserkirin û di 30ê Kanûna Paşiyê de hatibû girtin.
Piştî girtina Bîlgenî hejmara parlamenterên girtî yên HDPyê bû 12.
Ji beriya ku biryar bê eşkerekirin, nûçeya girtinê belav bû
Ayhan Bilgen mahkeme kararını beklerken karar medyada: pic.twitter.com/A2nsAdlk90
— Ziya Pir (@ziyapir) 31 Ocak 2017
Ji beriya ku Ayhan Bîlgen bê girtin nûçeyên girtina wî belav bû. Parlamenterê Amedê Zîya Pîrî wêneyekê Ayhan Bîlgenî yê ku wî nûçeya girtina xwe dixwend li hesabê xwe yê Twîtterê belav kir. (BK/MB)