Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Li paytexta Kazakistan Astanayê piştî hevdîtinên navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê bo çareseriya Sûriyê de daxuyaniya hevpar hat dayîn.
Metna daxuyaniyê Wezîrê Karên Derve yê Kazakistanê Kayrat Abdrahmanov xwend. Li gorî wê yekê, ji bo venêrîn û pêkanîna agirbesta li Sûriyê dê Tirkiye, Rûsya û Îran mekanîzmeyeke sêalî ava bike.
Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku pirsgirêka li Sûriyê bi riya leşkerî çareser nabe û ew ji bo çareseriya wê kirîzî civînên li Cenevreyê ku bi pêşengiya NYê ve tê kirin jî girîng dibînin û piştgirî didin.
Abdrahmanov diyar kir ku Hukimeta Sûriyê û komên çekdar diyariyê civînên li Cenevreyê hatin kirin. Civînên wir jî dê 8ê Sibatê de pêk were.
Di civîna Astanayê ku duh pêk hatibû de, cara yekem e ku rêvebiriya Esad, Îran, Tirkiye û Rûsya rasterast di civîneke navneteweyî de tên gel hev.
Lîderên komên çekdar û rêvebiriya Esad di roja yekemîn a civînê de qebûl nekiribûn ku li gel hev rûnin û di odeyên cuda de bi navçîtiya dewletên garantor ve hevdîtin destpê kiribû.
(YY/YO)