Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Îro (23ê Çileyê) di Rojnameya Fermî de di çarçoveya OHALê de 4 KHKên (Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de) nû hatin weşandin.
Bi 4 KHKên nû ku îro hatine ragihandin ve Komîsyona Lêkolînkirina Pêkanînên Di OHALê de hat avakirin, 2 kanalên TVyê hatin girtin, bi sedan ges ji karên xwe hatin îxrackirin û hin kesên ji kar hatibûn avêtin jî vegeriyan ser karên xwe.
2 kanalên TVyê hatin girtin
Bi KHKya bi nimeraya 683an ve 2 kanalên TVyê hatin girtin: Sivas Dijital Yayincilik Sanayi û Ticaret AŞ û Azermedia 12 Radyo Televizyon Yayıncilik AŞ.
Hinceta girtinê:
“Ev her du kanal bi ser navê rêxitinên terorî weşan dikin, li dijî yekîtiya dewletê weşan dike û bi wan rêxistinan re têkiliya wan heye ve bi biryara Lijneya Ewlehiya Milî ve hatin girtin.”
Hemû mal û milkên wan kanalan dewrî xezîneya dewletê hatine kirin.
367 kes hatin îxrackirin, 124 kes vegeriyan ser karên xwe
Bi wan KHKyan ve 367 kes ji wezîfeyên xwe hatin îxrackirin, 124 kesên ku ji kar hatibûn avêtin jî vegeriyan ser karên xwe.
Ji Fona Mevdûeta Tasarûf û Sîgorteyê 3, ji Lijneya Venêrîna Bankekariyê 2, ji Ajansa Kordînasyona Hevgirtiya Tirkan 1, ji Wezareta Derdor û Bajaran 1, ji Mudiryeta Giştî ya Tapu Kadastroyê 10, ji Bankeya Îllerê 2, ji Wezareta Karên Hundir 134, ji Mudiriyeta Giştî ya Koçberiyê 23, ji saziya Stendartên Venêrîn û Muhesebekaran 1, ji OSYMê 2 û ji Wezareta Tenduristiyê jî 186 kes ji wezîfeyên xwe hatin îxrackirin.
Dema mayîna di binçavan de guheritn
Bi KHKên nû ve dema binçavkirinê wê ji îro şûn de herî zêde bibe 7 roj.
Lêbelê ev guhertin dê ji bo binçavkirinên nû were bikaranîn. Her wiha dîsa polîs û dozger dikare kesên ku ji ber qanûna TMKê (qanûna terorê) hatine binçavkirin heta 14 rojan di binçavan de bihêle.
(AS/YO)