Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamenterê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) yê Stenbolê Garo Paylanî di civîna 11. a parlamenê ya li ser Makeqanûnê gotina “qirkirin” bi kar anibû.
Ji ber vê gotina wî serokatiya parlamentoyê biryar dabû Paylan beşdarî sê civînan nebe.
Paylanî serî li Dadgeha Makeqanûnê da û diyar kir axiftina wî ji qeydan hatiye derêxistin, ev yek ne li gor Rêziknameya Parlamentoyê ye.
“Min gelek caran heman tişt îfade kiriye”
“Digel ku min ev îfade berê gelek caran bi kar aniye jî piştî min vê carê got parlamenteran bela xwe li min da û serokê parlamentoyê mafê min ê axiftinê asteng kir.
“ Ew tiştê ku ji bo Makeqanûnê bivê-nevê hebe; parastina kursîyê axiftinê ye û azadiya xwe-îfadekirinê ye.
“Min li kûrsîyê axiftinê got ‘ez ji tiştên hatî serê gelê xwe re dibêjim qirkirin’ ji ber vê gotina min, bi xala 16. a rêziknameyê biryar hatiye dayin beşdarî sê civînan nebim. (NV/MB)