Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parlamenterê CHPyê, Mahmu Tanalî kûçikê xwe anî parlamentoyê.
Muhammet Baltayê AKPyî îdia kiribû ku parlamenterekê/a CHPyê gez li wî kiriye.
Li ser vê yekê hin parlamenterên AKPyê nivîsên wek “kûçik nikarin bên” li ser kaxezan nivîsîbûn û nûşan dabûn.
Pisporê TIBa edlî û parlamenterê CHPyê, Canan Kaftancioglûyê eşkere kiribû ku birîna Baltayê parlamenter birîneka kevin e.
“Binpêkirina mafê heywanan”
Tanalî li parlamenê eşkere kir ku heywanhezî mirovan baştir dike.
“ Gelek giring e ku mirov ji giyaneweran hez bike. Em nikarin hezkirina mirov, nebat an jî heywanan ji hev cida bikin. Yên ku ji heywanan hez nekin ji mirovan jî hez nakin. “
Tanalî eşkere kir ku hişmendiya dibêje bila heywan neyên parlamenê mafên heywanan binpê dike û ew wê hişmendiyê şermizar dike.(EKN/MB)
Wêne: Murat Kula - Ankara / AA