Ji bo nûçeya Tirkî ( 1, 2) / Ingilîzî bitikîne
Parlamena Tirkiyeyê, xalên 7. û 8. ên teklîfa guhertina Makeqanûnê qebûl kirin. Parlamenê bi 340 dengên erê xalên 7. û 8. qebûl kiririn.
Xala 7.
Ji bo qebûlkirina xala 7., 482 deng hatin bi kar anîn. 340 parlamenteran dengê erê û 136 parlamenteran dengê na bi kar anî. Çar deng vala derketin û du deng jî ne li gor pîvanan hatine bi kar anîn ji ber wê nehatin hejmartin.
Ev xal wesf û bêalîtîya serokkomarî eşkere dike. Li gor vê xalê xala 101ê tê rakirin û bêalîtîya serokkomarî tê rakirin.
Xala 8.
Xala 8. guhertina kar û mesûliyetên serokkomaran teklîf dike. Bi xala 8. xala 104. hat guhertin. Li gor xala nû “berpirsiyarî birêvebirinê” ji bo serokkomaran tê dayin û wesfê “serokê dewletê” ji bo serokkomaran tê dayin.
Ji bo guhertina xala 8. 481 deng hatine bi kar anîn. 340 parlamenteran dengê erê bi kar anî, 135 parlamenteran jî dengê na bi kar anî.
Encamên dengdanên hatine kirin wiha ne:
Dengdana qanûna 1.: 484 deng hat bikaranîn, 347 erê, 132 na, 2 bêbiryar, 2 vala û 1 betal.
Dengdana qanûna 2.: 480 deng hat bikaranîn, 343 erê, 133 na, 1 bêbiryar, 2 vala û 1 betal.
Dengdana qanûna 3: 485 deng hat bikaranîn, 341 erê, 139 na, 3 vala ve 2 bêbiryar.
Dengdana qanûna 4.: 486 deng hat bikaranîn, 343 erê, 139 na, 2 betal û 2 vala.
Dengdana qanûna 5.: 354 deng hatin bikaranîn. 343 erê, 7 na, 3 vala, 1 betal.
Dengdana qanûna 6.: 483 deng hatin bikaranîn. 343 erê, 137 na, 2 vala, 1 betal.
Dengdana qanûna 7.: 482 deng hatin bikaranîn. 340 erê, 136 na, 4 vala, 2 betal.
Dengdana qanûna 8.: 481 deng hatin bikaranîn. 343 erê, 135 na, 5 vala, 1 betal.(HK/MB)