Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Parlementera Kocaeliyê ya CHPê Fatma Kaplan ku di aloziya li meclisê de hat derbkirin, mafê axavtinê hilda û di Lijneya Giştî de axivî.
Kaplan di axavtina xwe de behsa êrişa li dijî wê kir û wiha got: “Ji cîgirê koma partiyekê re şerm e ku êrişî jinekê dike. Ez careke din we ji vir şermezar dikim Birêz Elîtaş.”
Kaplan got ku Amîrê Îdareya Meclisê Mehmet Gundogdu jî telefona wê ji destê wê qesp kiriye û wî şermezar kir û wiha got:
“We mudaxeleya fizikî li min kir. Hûn situyê min dibîn ka di çi halê de ye?
“Hûn hewl didin ku mirovan li vir bixapînin, derewger hûn in. Hûn qasê êrişkirina li dijî jinekê fehş bûne. We qasê êrişkirina li dijî jinekê çavê xwe bi serokatiyê ve sor kiriye. Ji ber vê yekê ez we şermezar dikim.
“Ez careke din dibêjim. Bila qesra we, serokatiya we, makeqanûna we binerd be.é
(HK/YO)