Ji bo nûçeya Tirkî ( 3., 4., 5.) / Îngîlîzî bitikîne
Di roja sêyemîn de axavtin û dengdanên li ser pêşniyara guhertina makeqanûnê ya AKPê li meclisê dewam kir. Rûniştina duh di saet 14an de destpê kir.
Di axavtin û dengdanên duh û îro destê sibehê de nîqaşên tund hatin kirin û parlementeran li nava hev ketin û li hev xistin.
Her wiha piştî HDPê, derbarê qanûna 5. de CHPê jî bi awayekî komî dengdanê boykot kir.
Qanûna 3.
Derbarê Qanûna 3. ku bi qebûlkirinê ve kesên 18 salî dê êdî bikaribin werin bijartin de, li meclisê piştî axavtinan derngdan hat kirin.
Dema dengdan dihat kirin navbera parlementerên AKP û CHPê de niqaşên dijwar destpê kirin û piştre parlementeran li hev xistin. Parlementerên CHPê ji ber binpêkirina veşartinê bertek nîşanî AKPiyan da.
Li ser vê yekê Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re axivî ku alozî bi dawî bibe.
Piştî ku navber hat dayîn, dengdan hat nûkirin û qanûn bi 241 dengên erê ve ji meclisê derbas bû.
Qanûna 4.
Piştî qebûlkirina qanûna 3., derbarê qanûna 4. de axavtin û nirxandin destpê kirin
Di qanûna 4. de tê xwestin ku hilbijartinên meclis û serokomariyê 5 sal careke were kirin û her du hilbijartin di heman demê de pêk were.
Qanûna 4. jî bi 341 dengan ve hat qebûlkirin û ji meclisê derbas bû.
Qanûna 5.
Axavtin û dengdana derbarê qanûna 5. de heta destê sibehê dewam kir.
Di naveroka qanûna 5. de hewl didin ku payeya venêrînkirina wezîran û derxistina KHKan ji destê meclisê were hilanîn.
Dema hewl hat dayîm ku dengdan were kirin Cîgirê Koma CHPê Levent Gok daxwaz kir ku bila navber li rûniştinê were dayîn ku gel jî bikaribe bişopîne.
Li ser vê yekê Cîgirê Koma AKPê Mustafa Elitaş got: “Em bi darê zorê CHPiyan li var nagirin. Derbarê dengdanan de ti kes nikare yekî li cihek bi zorê bigire.”
Levent Gok jî besiva xwe de ji Elitaş re got ku dema axavtinên ku bi vî rengî dewam dikin de dolar her tim biha dibe.
Di dawiyê de Cîgirê Serokê Meclisê biryar da ku dengdan were kirin û li ser vê yekê parlementerên CHPê derketin ser kursiyê û gotin em li kursiya gel xwedî derdikevin.
Li ser vê yekê gelek parlementer nava hev ketin û kulm û peniyan li hev xistin.
Dawiyê de parlementerên CHPê bi hinceta ‘qanûna 5. meclisê betal dike’ ve tevli dengdanê nebûn û boykot kirin.
Ew qanûn jî bi 354 dengên erê ve hat qebûlkirin.
Encamên 5 dengdanên hatine kirin wiha ne:
Dengdana qanûna 1.: 484 deng hat bikaranîn, 347 erê, 132 na, 2 bêbiryar, 2 vala û 1 betal.
Dengdana qanûna 2.: 480 deng hat bikaranîn, 343 erê, 133 na, 1 bêbiryar, 2 vala û 1 betal.
Dengdana qanûna 3: 485 deng hat bikaranîn, 341 erê, 139 na, 3 vala ve 2 bêbiryar.
Dengdana qanûna 4.: 486 deng hat bikaranîn, 343 erê, 139 na, 2 betal û
2 vala.
Dengdana qanûna 5.: 354 deng hat bikaranîn. 343 erê, 7 na, 3 vala, 1 betal.
(HK/YO)