Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Mark Toner di civîna rojane ya çapemeniyê de di bersiva xwe ya li ser pirsekê de got ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li dijî DAIŞê têkoşîna herî mezin pêk tîne û divê ew di muzakereyên ji bo çareseriya Sûriyê de cih bigire.
Toner got: “PYD nûnerê gelê li herêmê ye. Divê ji bo çareseriya demdirêj û mayînde dengê her aliyê were bîhîstin. Li gorî me divê ew jî bibin aliyeke vê pêvajoya çareseriyê.”
Toner di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew PYDê weke rêxistineke terorî nabînin û bi awayekî taqtîkî piştgirî didin wan.
Mark Toner her wiha got ku wan helwesta Amerîkayê ku dibêje divê PYD di maseya muzakereyê cih bigire ji Koma Dostê Sûriyê re ku di nav de Tirkiye jî heye re hatiye ragihandin.
Tê zanîn ku ji bo hevdîtinên li Astanayê re PYD nehatbû diyarkirin.
(YY/YO)