Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Axavtin û dengdena li ser guhertina makeqanûnê ku pê payeya rêveberiyê dê bikeve destê serokomar de duh li meclisê dewam kir. Di encama du dengdanên duh şevê û îro destê sibehê de 2 qanûnên pêşniyarkirî bi 338 û 347 dengên erê ve ji meclisê derbasbû.
Di dengdana ku duh destpê kir de ji ber wekîlên AKPê ûsûla veşartinê binpê dikin îtîraz hat kirin lê Cîgirê Serokê Meclisê Ahmet Aydin wê îtîrazê qebûl nekir.
Di encama dengdana yekem de 338 erê, 134 na, 5 vala, 2 bêbiryar û dengek jî betal hat qebûlkirin. HDPê bi awayekî komî dengdanê boykot kirin.
Axavtinên ji bilî mijara rojevê
Parlementerên her çar partiyan jî di axavtinên xwe yên ji bilî mijara rojevê de behsa Roja Xebatkarên Rojnamegerên Cîhanê kirin.
Cîgirê Serokê Meclisê Ahmet Aydin jî Roja Xebatkarên Rojnamegerên Cîhanê pîroz kir.
Kerestecioglu: Roja rojnamegerên ku hêjî dikarin bixebitin
Cîgira Serokê Koma HDPê Fîlîz Keretecioglu bal kişand ser zext û zordariyên ser rojnamegeran, kesên ji ber karên rojnamegeriyê hatine girtin bibîr xist û got: “10ê Çileyê Roja Xebatkarên Rojnamegerên Cîhanê li gorî me roja rojnamegerên ku hêjî dikarin bixebitin e.”
Sertel: Rojnamegerî azadî ye
Parlementerê Îzmîrê yê CHPê Attila Sertel roja rojnamegeran pîroz kir û got: “Rojnamegerî azadî ye. Divê li welatek azadbûna rojnamegerî û xweîfadekirinê hebe. Lêbelê ev yek li welatê me nîn e.”
Bostanci: Medya qasid e
Cîgirê Serokê Koma AKPê Naci Bostanci diyar kir ku pîşeyeke pêwistiya civakên demokratîk in û wiha got: Medya qasid e. Ragihandina navbera siyasetmedar-gel-hêzan de medya pêk tîne. Medya di vê yekê de berjewendiyên gel ji xwe re dike armanc.”
Axavtinên ser guhertina makeqanûnê
Li ser navê HDPê Celal Dogan axivî.
Dogan di axavtina xwe de got ku parlementerên HDPê hatine girtin û nikarin beşdarê civînên guhertina makeqanûnê bibin û diyar kir ku ev yek di nav demokrasiyê de weke rûreşî tê pênasekirin û di rewşeke wiha ne mimkun e ku guhertina makeqanûnê pêk were.
Dogan bibîr xist ku piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê li dijî bi sedan avahiyên partiya wan êriş hatiye kirin, wan nekariye ku mitîng bikin, di nav rewşa binzextiyê de hilbijartin hatiye kirin û piştî OHALê jî bo HDPê rê li ber siyasetkirinê hatiye girtin.
Li ser navê MHPê jî Mustafa Kalayci axivî.
Kalayci di axavtina xwe de got ku ew piştgirî didin wê pêşniyara guhertina makeqanûnê. Kalayci diyar kir ku dê bi wê sîstemê ve rêveberiya duserî bi dawî bibe, hin paye li serokomar were dayîn lê rejîm bi heman awayî dewam bike.
Li ser navê CHPê Bulent Tezcan axivî.
Tezcan di axavtina xwe de wiha got: “Hûn rêvebirina Lijneya Bilind ya Dadwer û Dozgeran diguherînin. We navê wê jî guherand û peyva ‘bilind’ jê derxist. We baş kiriye. Ji ber ku ti bildbûneke wê nemaye.
(HK/YO)