Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) û Partiya Nijadperest a Gelî(MHP) teklîfeka Qanûna Bingehîn da parlamentoyê.
Parlamenteran ji bo biryara ka minaqeşe dê li ser teklîfê bê kirin an na, dengên erê û na dan.
338 parlamenteran dengê erê û 134 parlamenteran jî dengê na da.
Hejmara dengên parlamenterên MHP û AKPyê 344 in. Welê diyar e ku 6 kesan dengê erê nedaye.
HDPyê dengdana ji bo Qanûna Bingehîn boykot kir.
Parlamenterê Erzirûmê, Orhan Delîgozî dema ku dengê xwe da dîmenê xwe da girtin.(Wêneyê serê nûçeyê)
Parlamenterên CHPyê eşkere kirin ku hima bêje temamê parlamenterên partiya desthilat ne li gor ûsûlê dengê xwe bi kar anîn.
Cihgirê berdevkên CHPyê, Engîn Altayî îtiraz kir ku deng ne li gor ûsûlê tê bi kar anîn. Lê serokê parlamentoyê guh neda îtiraza wî.(HK/MB)