Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) digel Partiya Nijadperest a Gelî(MHP) li ser reşbelekeka Qanûna Bingehîn li hev kirin.
Hin xwenîşanderan li ber deriyê parlamentoyê reşbelek protesto kir. Polîsan êrîşî xwenîşanderan kirin. Gelek xwenîşandarên ku hinek ji wan parlamenterên Partiya Komarî ya Gelî(CHP) ne birîndar bûne.
Erdogdu: Parlamento hatiye dorpêçkirin
Li gor nûçeya Cumhuriyetê, parlamenterê CHPyê Aykut Erdogduyî gotiye:
“Parlamento(TBMM) niho hatiye dorpêçkirin. Polîsên me bi xwe parlamen dorpêç kiriye.
“Mixabin ji bo wan polîsên ciwan ferman hatiye. Em ê nehêlin komar biroxe. Em ê teslîmî xayînan nekin.”
Tanrikulu: Di van şertan de Qanûna Bingehîn nayê çêkirin
Parlamneterê dî yê CHPyê, Sezgîn Tanrikûlûyî li ber deriyê parlamentoyê bi weşana Perîskopê gotiye:
“Di destên ti kesên li vê derê de çek nînin. Ti kes ne êrîşkarên xwekuj in.
“Ew kes li vê derê ne ku her kes wan dinasin. Rêber, BARO û Jorên Endazyaran li vê derê ne...
“ Heke ev kes fikra xwe nebêjin kî dê bibêjin? Di van şertan de Qanûna Bingehîn nayê çêkirin.
Parlamenterên CHPyê birîndar bûne
Li gor nûçeya Rojnameya Hurriyetê didanên protez ên Necatî Yilmazê parlamenterê CHPyê şikestîne. Gelek ji parlamenteran jî birîndar bûne. (EKN/MB)