Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîr Binali Yildirim kesên li êrişa Ortakoyê de birîndar bûbûn, li nexweşxaneyan ziyaret kir û piştre pirsên rojnamegeran bersivandin.
Yildirim piştî êrişa li Ortakoya Stenbolê got ku ji ber şûnde dibe êrişên bi vî rengî li her welatî were kirin, ewlehiya ti welatî nîn e.
Daxuyanîya Yildirim bi vî rengî ye:
“Rewşa 3-4 birîndaran giran e”
“Mixabin ku di vê bûyerê de tirk û biyanî bi tevahî 39 mirovên sivîl mirin. Zêdertirî 60 kes jî birîndar bûne.
“3-4 birîndarên me yên xedar hene. Ji ber wê li nexweşxaneyê ne, bijîşkên me hemû hewldanên xwe nîşan didin.”
“Dibe ku ji vir şûnde jî bê kirin”
“Tirkiye bi Rûsyayê re li Sûriyeyê înîsiyatîfeke girîng hilda ser xwe û ji bo ku dawî li şerê li Sûriyeyê yê ku ev demek dirêj e ku berdewam dike bînin hin pêngav avêtin û piştî wê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo hemû dinyayê şamil hat qebûlkirin û ev yek tê wê wateyê ku li herêmê di têkoşîna dijî terorê de serkeftineke mezin e.
“Ji niha pê ve dibe ku bi bûyerên wiha yên wekî vê li hemû welatan alozî derkevin, li Tirkiyeyê jî dibe ku çêbe.
“Lê ez vê dibêjime welatiyên xwe, teror nikare biratî, yekîtî û hevrabûna me xirab bike.”
“Êrişkar çek daniye û reviye”
“Êrişkar çeka xwe li cihê bûyerê dihêle û di nav wê xirecirê de ji cihê bûyerê direve. Lê polêsên me û ewlekariya me li ser meseleyê disekine.
“Hin îhtîmalên derbarê nasnameya êrişkar de heye. Polês, emniyet, îstixbarat di nav kordînasyonê da vê xebatê dimeşînin.”
“Ji ber van bûyerên terorî, ewlehiya ti welatî nîn e”
“Divê bê zanîn ku îro terora ku li vir qewimî dibe ku sibê li welatekî din ê dinyayê jî biqewime. Tu garantiya vê yekê tune.
“Ji ber wê jî tu welat hember bûyerên terorê di nav ewlehiyê de nîn in.
“Hema çend roj beriya niha li Almanyayê, pêr li Iraqê çêbû. Berê li welatên muxtelîf çêbû, çêdibe.
“Ji ber wê jî tiştekî ku em dibêjin heye. Pîrozbahiyên terorê tune ne, dînê terorê tune ye. Teror li her derê teror e. Di têkoşîna dijî terorê de standarta dualî têkoşîna dijî terorê bi ser naxe, dibe sedemê zafiyetê.”
(EKN/YO)