Putin: Li Sûriyeyê agirbest hat ragihandin
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin daxuyand ku hukimet û muxalifan derbarê agirbestê de li hev kirine.
![Putin: Li Sûriyeyê agirbest hat ragihandin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/182/196/original/22.jpg)
Ji bo nûçeya Îngîlîzî / Tirkî bitikîne
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin daxuyand ku hukimet û muxalifan derbarê agirbestê de li hev kirine.
Li gorî nûçeya Sputnikê Putin diyar kir ku navbera hukimet û muxalifan de 3 belge hatine îmzekirin:
“Belgeya yekem derbarê pêkanîna agirbesta li welatê Sûriyê ye. A duyem derbarê kontrolkirina agirbestê de ye. A sêyem jî derbarê destpêkirina muzakere û çareseriyê de ye.
Putin: “Bêgeuman dibe ku peyman were îxlalkirin jî. Ji bo vê yekê divê peyman divê were parastin û bo pêşketinê jî tedbîrên din were hilanîn.”
Wezîrê Parastinê Şoygu jî got ku agirbesta ku navbera hukimet û muxalifan de hatiye ragihandin, wê îşev saet 00.00an şûn de destpê bike.
(YY/YO)