Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu got ku a niha na a niha wê li Sûriyê agirbest destpê bike:
“Em dikin ku agirbestê beriya sala nû pêk bînin.
“Lîderan îrade danîn holê. Pisporên me her dem muzakere dikin. Me muxalifan bi Rûsyayê re civand. Garantorê rejîmê wê Rûsya bibe.
“Wê Rûsya jî heman peymana bi rejîmê re îmze bike. Wê Rûsya bibe garantor ku agirbest neyê îxlalkirin û li her derê welêt pêk were.
“Derbarê mijara komên ku dê beşdarê muzakereyên li Asatanayê dibin de em dikin ku bi Rûsyayê re peymanek daynin.
Berdevkê Kremlinê Peskov di daxuyaniya xwe ya duh de derbarê nûçeya Rûsya û Tirkiye li ser plana agirbestê li hev kirine de gotibû “Agahiya min jê nîn eé û wê yekê piştrast nekiribû.
Noqteya Çavuşoglu
Çavuşoglu derbarê daxuyaniya ji Amerîkayê ya derbarê çekdayînên ji YPGê re de got:
“Heta îro Amerîkayê her tim çek daye YPGê, noqte.”
Koalîsyon piştgirî nade operasyonê
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu got ku hêzên koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike ev demeke piştgiriyê nade Operasyona Mertalê Firatê. Amerîka çekan dide YPG-PYDê noqte.
(YY/YO)