Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ajansa Anadolûyê ragihand ku Tirkiye û Rûsyayê ji bo agirbesteka li Rûsyayê li hev kiriye û li ser planekê dixebite.
Li gor malpera Sputnîk Newsê îro ew nûçe ji Peskovî hatiye pirsîn. Berdevkê Kremlînê, Dmitriy Peskovî gotiye “ez nikarim bersiva vê pirsê bidim. Li ser wê yekê agahiyên min ên berfireh nînin.”
Li paytextê Kazakistanê, Astanayê aliyên şerê Sûriyeyê dê kom bibin û ji bo aştiyê dest bi hevdîtinan bikin. Peskovî li ser vê yekê gotiye:
“Ji bo ku em li ser hurgiliyên ji bo hevdîtinên Astanayê bikin, em berdewam digel hevkarên xwe yên Tirkiyeyê di peywendiyê de ne."
Nûçeya AAyê
AAyê îro di nûçeya xwe de ragihandibû ku Tirkiye û Rûsya li ser planake seranserê Sûriyeyê ku di nava alîgiran de agirbest were ragihandin lihev kirine.
Herwiha di wê nûçeyê de dihat gotin ku, tê plankirin îşev piştî nîvê şevê li seranserê Sûriyeyê agirbestê ragihînin.